Salih Muslim: Em ê şerê terorê li Idlibê bikin û Erdogan dibêje her êrîşek were ser Idlibê nayê pejirandin
Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê ragihand ku ew amadene şere terorê li parêzgeha Idlibê bikin di heman deman de Serokê Turkiyê da xuyakirin ku her êrîşek were ser Idlibê nayê pejirandin .
Di lêdwaneke rojnamevanî de Salih Muslim hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê di 29\7\2018an tekez kir ku ew ê beşdariyê di şere Idlibê de bikin û biryar biryara wî ye û got rêkeftina wan bi Hevpeymaniya Navdewletî re şere terorê ye û her hebûnek ji girûpên terorist li ser xaka Sûriyê wek gef û tehdîdek ji wan re û Sûriya û gelê wê re ye û divê şere wan were kirin .
Muslim serbar kir ku girûpên li Idlibê de ne her girûpa ku şerê wan li deverên wan kirine herwiha heman girûpên ku Efrîn dagîr kirine lewma ew ê bi her tiştekî ji wan tê xwestin rabin û metirsiyê ser Efrînê û hemû xaka Sûriyê rakin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan beriya ku ji lûtkeya Birêkis ya li bajarê Cohanisbêrg ya Başûrê Efrîkayê were got ku her êrîşek ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve were ser parêzgeha Idlibê nayê prjirandin û bal kişand ser wê yekê ku xalên çavdêriyê li wê derê hene û ew yek bi hevşanê xwe yê Rûsî re gengeşe kiriye .
Herwiha Erdogan amaje pê kir ku ji Potîn xwestiye bi rêkarên pêwîst derbarê êrîşên ser Idlibê rabibe û ew yek nayê pejirandin ji ber ku 12 xalên çavdêriya leşkerî derora Idlibê hene.
Beriya niha jî serkirdeyê TEV DEMê Aldar Xelîl ragihandibû ew ê beşdariyê di şere Idlibê de bikin û ew yek bû cihê ne rehetiya siysetmedar û çavdêran ku Efrîna Kurdî bi pêşkarî ji Idlibeya Erebî bi nav kirin û xwestin ciwanên Kurd di bajarekî din de ne din kuştin wek Minbic û Reqa Dêrezor û Til Rifet.
Parêzgeha Idlibê di vê dema dawiyê de di rewşeke tevliheviyê de ye û herdem bûyerên kuştin revandin û terorkirina meydanî derheqê sivîl û fermandaran têne encamdan.
Li gor Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ku lihevhatinek navbera girûpên çekdar de ji bo dûbara damezrandin û bihêzkirina çekdarên xwe li jêr navê çekdarên Ceyş Elfeth de heye ku ew yek hat piştî gef û gûvajên Rûsiyê û rêjîma Esed li bajêr lewma amadekarî jêre tên kirin .
739
