Erebên Idlibê berê xwe didin Efrînê

Erebên Idlibê berê xwe didin Efrînê

Jul 30 2018

Pêleke nû ji malbatên koçberkiriyên ji parêzgeha Idlibê gehişt devereke Efrîna Rojavayê Kurdistanê ew jî ji ber metirsiya êrîşeke rêjîma Esed bi piştevaniyeke Rûsiyê li ser Idlibê .

Ew malbatên ku berê xwe didin Efrînê xwe dighînin malbat û kesûkarên xwe yên Xûteya Rojhilat yên li Efrînê htibûn bicihkirin.

Herwiha û ji ber astengiyên girûpên çekdar yên li devera Babê dimînin ew jî berê xwe didin Efrînê .

Bi hezaran ji Ereb ên Xûteya Rojhilat û Hums û helebê li şûna Kurdan de li gund û navçeyên Efrînê bi cih bûne.

579