Tawanên Efrînê li Girê Spî û Serê Kaniyê dûbare dibin

Tawanên Efrînê li Girê Spî û Serê Kaniyê dûbare dibin

Oct 17 2019

ARK NEWS .. Li ser rêç û şopa binpêkirinên xwe li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, girûpên çekdar yên ser bi Hikûmeta Sûriya Demkî ya oposizyona Sûriyê, heman binpêkirin di çarçoveya operasyona Turkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di derheqê welatiyan de pêk tînin.

Yekem tawan li ser rêya sereke ya Serê Kaniyê ya bi M4 tê naskirin bû, ku girûpên çekdar yên bi navê El Şerqiyê, bi hovane û dûr ji piresnîpên şer û reweşt û reftaran, Hevrîn Xelef hevseroka partiya Sûriyaya Siberoj û du nobedarên wê dane ber guleyan û şehîd kirin, ew yek ji aliyê rêxistinên mafê mirovan û hin aliyên cîhanî bi tundî hate şermezarkirin û riswakirin .

Tevî ku tawan li ser El Şerqiyê hatiye sepandin, lê ta niha tu rêkarên berçav nehatine standin, berûvajî wê yekê ew girûp yên ku nav li xwe dikin Artêşa Niştîmanî, di tawan û kiryarên xwe di dermafê sivîlan de berdewam in.

ji bilî wê yekê, mal û milkên gundên ku girûpên çekara derbas bûne ji dizî û desteserkirinê bêpar nemane . Çekdarên Emşat yên ku bi kiryarên xwe li naçeya Şiyê ya Efrînê navbar bûne, li gundekê Girê Spî jî mal û milkên welatiyan bi temamî dizîn û desteser kirin.

Çalakvanê ereb Xalid Elhac Salih li ser rûpela xwe li Fêsbokê di 15 Cotemehê, ango di roja 8an ji despêkirina êrîşa Turkiyê ragihand ku çekdarên Emşat gundê El Eziya, ku gundekî biçûk e, û ser bi Girê Spî ve ye , desteser kir ji û şêniyên gund xwestin ku ji malên xwe derkevin da ku bikin baregehên leşkerî . Wî çalakvanî serbar kiriye ku piştî du rojan dema şêniyên gund vegeriyan gundê xwe dîtin ku ji kel û pelên nav malan de hatine paqijkirin û dizîn. El Salih tekez kiriye ku ew gund gundê ereban e, wate tu bahaneya ku Emşat bibêje ku ser bi PYDê ve ne tune ye.

Ji dema êrîşa Turkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, bi sedê hezaran derbider bûne û malên xwe bi cî hiştine ew yek ji mezintirîn binpêkirin û rêxweşkirineke ji guhertina demoxrafiya herêmê, di hin herêman de şer û pevçûnên giran rûdidin û balafir di eamana re digirin û teng û top êrîşên xwe dibeine serî ziyana herî mezin sivîl in nexasim jin û zarok û weltiyên bitemen û nexweş û baca şer didin .

Ş.E


470