Serok Barzanî bo Yekîtiya Ewropa: Em ji ber rewşa gelê Kurd li Sûriyê dilgiran in

Serok Barzanî bo Yekîtiya Ewropa: Em ji ber rewşa gelê Kurd li Sûriyê dilgiran in

Oct 16 2019

ARK NEWS .. Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Yekîtiya Ewropayê kir û di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî ji şanda mêvan re got ku ew dilgiran e ji ber rewş û pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê.

Duh Sêşemê 15.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Martin Huth Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Vînso Pupo Berpirsê Nivîsîngeha Yêkîtiya Ewropa li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê li Bexda nû dest bi karê xwe kiriye, pêzanînên xwe hebû ji bo wan pêşketinên erênî yên li Herêma Kurdistanê li gorî bûyer û pêşhatên ku li navçeyê hatine holê û herwiha spas û pêzanînên wî hebûn ji bo rola Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstên DAIŞê de û di hewandina bi sedan hezar koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê.

Di beşeke dinî axaftina xwe de Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê helwesta Yekîtiya Ewropa ya li ser rewşa niha ya Sûriyê ji bo Serok Barzanî şîrove kir.

Ji aliyê xwe ve jî, Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropa li Iraqê li şanda mêvan kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Herwiha Serok Barzanî behsa sedemên serhildana wê rewşa niha ya ku li Sûriyê hatiye holê kir û dilgiraniya xwe ji ber wê rewşê û ji ber pêşaroja gelê Kurd li Sûriyê nîşan da û têbîniyên xwe jî got.

Her di vê hevdîtinê de herdû aliyan behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û dirustbûna derfeteke nû ya ji bo çareserkirina kêşeyan bi erênî, kirin.

Gotûbêjkirina gef û metirsiyên serhildana DAIŞê li Iraq û Sûriyê û navçeyê mijareke dinî vê hevdîtinê bû.

384