Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî şand Rojavayê Kurdistanê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî şand Rojavayê Kurdistanê

Oct 15 2019

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, 20 barhilgir alîkariyên mirovî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketin.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Mûsa Ehmed ragihand, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 20 barhilgir "317 ton" alîkariyên mirovî bo Rojava amade kiriye û dê bişîne bo wan kesên ku ji ber êrişên Tirkiyê koçber û derbider bûne.

Mûsa Ehmed daye zanîn, beşek mezin ji wan alîkariyan kelupelên xwarinê ne, herwiha ragihandiye, derdora beşa din ya alîkariyan ji 20 hezar betanî, 90 ton av ku wek 10 hezar sêt in, nêzîkî 2.5 ton şîrê zarokan ku 252 karton in, tiştên mîna sabûn, şampo, dîtol, xewlî û gelek tiştên din pêk hatiye.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bang li xelkê Kurdistanê bi taybet kesên dewlemend û xêrxwaz kiriye alîkariyên xwe bi rêka wan re bişînin Rojavayê Kurdistanê û gotiye, ewê li ser komkirina alîkariyên mirovî û gihandina wan bo Rojavayê Kurdistanê berdeweam bin.

310