Mesrûr Barzanî: Divê şer raweste û pirsgirêk bi aştî çareser bibe

Mesrûr Barzanî: Divê şer raweste û pirsgirêk bi aştî çareser bibe

Oct 14 2019

ARK NEWS .. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 13ê Cotmeha 2019an, pêşwazî li Serokê Şepêla El Xed ya Sûrî Ehmed Asî El-Cerba kir.

Di hevdîtinê de gotûbêjî derbarê rewş û pêşhatên Rojavayê Kuridstanê hatin kirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez li ser rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane kir.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareseriyeke dadperwerane û redkirina guhartina demografî li navçeyê kir.

436