Peyama serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Çileya Havînê ya Êzdiyan

Peyama serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Çileya Havînê ya Êzdiyan

Jul 30 2018

Bi helkefta Cejna Çileya Havînê ya Êzdiyan Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 30/7/2018 peyamek arastî wan kir.
Peyamê serok :

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna Çileyê Havînê ya ola Êzdî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî kesayetiyên ola Êzdî û xuşk û birayên me yên Êzdî yên Kurdistanê û seranserî cîhanê dikim.
Ev cejin di demekê de ye ku Kurdistan birîndarê wê karesatê ye ku ji aliyê terorîstan ve li ser xuşk û birayên me yên Êzdî û gelê me da hat û ew zulma mezin nabê bê ji bîr kirin.
Hêvîdar im ev cejin bibê destpêkek ji bo vegerana xuşk û birayên me yê Êzdî ya ji bo jiyana asayî û bikarin di rewşeke aram û aştiyane de cejin û şahiyên xwe bikin.

Mesûd Barzanî
30.07.2018”



635