16 daxuyaniyên Donald Tiramp bixwîne

16 daxuyaniyên Donald Tiramp bixwîne

Oct 08 2019

ARK NEW .. Serokê Emerîkayê Donald Tiramp hijmarek daxyanî derbarê pêşhateyên dawiyê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di rêya rûpela xwe ya tiwîterê belav kir. hin ji wan daxuyaniyan wek vekişana hêzên xwe ne bi dilê welatiyên Rojavayê Kurdistanê bûn û hin jî wek gefdana Turkiyê ji pêkanîan operasyoneke leşkerî bi bilê wan bûn .

Duxuyaniyên Tirmap weha hatin belavkirin :

Biryara vekişana hêzên Emerîkî ne piştevaniyek ji aliyekê re ye
Min Serokê Turkiyê hoşdarî pirsgirêkeke mezin kir eger yek şervanekî me rastî ziyanê li beşê ku Enqere gefa êrîşkirinê lê dide were
Me gelek serê xwe bi şerê Turkiyê û Kurdan re êşand û ew yek ne daxwazên me ne
Me bêtir 2.3 milyar dolar li ser şerê dijî DAIŞê xerc kir
Mana Hêzên Emerîkî li Sûriyê rewşê neguhêre
Polîsên me hene û em herêmê li wê derê naparêzin
Dema vegera hêzên me hatiye
Em dixwazin hêzên xwe vegerînin û li ser wê yekê ez hatim hilbijartin
Eger Turkiyê bi gavekê rabe aqliê min nebire û sînoran derbas bike, bi jîriya xwe ya bêhempa ez dê aboriya Turkiyê bi giştî têk bidim û hilweşînim û min berê ew yek kiriye .

Turkiyê û welatên Ewropayê dê li ber kampên zîndanên ku bi hezaran çekdar û malbatên DAIŞê tê de hene berpirs bin
Dem ji xeynî me re hatiye vekirin û hin ji wan dewlemend in ku berevaniyê di ber xaka xwe de bikin

Peywendiyên min bi Serokê Turkiyê Receb Teyb Erdoxan re beş in
Ji çend salan de, pêwîst bû Emerîka li Sûriyê bi tenê 30 rojî bima
Lê em man û di şeran de me beşdar kir bê ku armancek zelal di asoyan de hebe .
Kurdan bi me re şer kir, lê me gujmeyên pereyan û kel û pel ji wan re pêşkêş kirin da ku bi wî karî rabin .

Kurd ji salan ve şerê Turkiyê dikin û min ji 3 salan ve şer rawestandiye, Dem hatiye ku em ji van şerên bêwate yên ku bi dawî nayên derkevin û şervanên xwe vegerînin .

Em dê bi tenê di cihê ku perjewendiya me tê de bi cî dibe şer bikin û şerê me bi tenê da ku em bi ser bikevin .

Daxuyaniyên Serokê Emerîkayê Doland Tiramp di demekê de hatin ku Turkiyê xwe ameda kiriye êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û bi wan daxuyaniyan gelek karvedan hatin holê .

Ş.E

642