Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya cejna Cemayê li Êzdiyan kir

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya cejna Cemayê li Êzdiyan kir

Oct 06 2019

ARK NEWS .. Di peyamek da rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiya cejna Cemayê li xuşk û birayên Êzdî kir ku eve jî naveroka wê ye:

Cejna Cemayê li hemî xuşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û li her dereka cîhanê bin, pîroz dikîn. Hêvîdarîn ev cejne bo hemiya bi xêr û xweşî vegerît û cejn û helkeftên bên, di rewşeka baştir da bo Êzdîyan û hemî Kurdistaniyan bi giştî vegerin.

Îsal jî cejin di demekê da têt ku hêşta bi dehan hezar xuşk û birayên me yên Êzdî jiyana koçberiyê û di wargehan da derbas dikin û nikarin vegerine ser mal û cihêt xwe, bêtirî sê hezara jî hêşta bêserûşûnin û çarenivîsa wan nediyare.

Em careka dî xuşk û birayên xwe yên Êzdî piştrast dikeyn ku her çi ji me bêt dê keyn daku vegerine ser mal û cihên xwe yên aram û avadankirî û hindî yek Êzdî wenda maye, dê hemî hewlan ji bo vegerandina wan bideyn.

Dubare Cema li hemiya pîroz bît, her sal bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05/10/2019

350