Ciwanekî Efrînê di bûyereke hatûçûnê de li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da

Ciwanekî Efrînê di bûyereke hatûçûnê de li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da

Jul 28 2018

Ciwanekî xelkê Efrînê di bûyereke hatûçûnê de li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da

Di encama bûyereke hatûçûnê de ciwanekî Efrînî li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da .

Ciwanê bi navê Şêrzad Usman Yûsif ji ber bûyereke hatûçûnê li devera Dokan li ser riya Hewlêr Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da .

Rêzan Yûsif pismamê Şêrzad ji ARKê re ragihand ku pismamê wî ji dayîkbûyê 15\8\1980 bû û ne xêzandar bû û di 22\7\2018 rastî bûyereke hatinûçûnê de li ser riya Xelkan ya nêzîkî Dokan hat û piştî çar demijmêran jiyana xwe ji dest da .

Rêzan herwiha got ku di karê xwe zîrek û jêhatî bû û li gelek xwaringehan de kar kiriye wek Dîvan Kirîstal û Girand Siwês.

Şêrzad Yûsif xelkê bajarê Efrînê gundê Aqîbê ye û wek şêf di xwaringehan de kar dikir û li goristana Kesnezan ya Hewlêrê bi xakê hate sipartin.

673