Lafrov : Turkiyê di daxwazên xwe di Herêma Aram de xwedî maf e

Lafrov : Turkiyê di daxwazên xwe di Herêma Aram de xwedî maf e

Sep 28 2019

ARK NEWS .. Mijara damezrandina Herêma Aram li Rojavayê Kurdistanê tevî ku nezelaliyek di merc û bendên wê de heye, lê roj bi roj, welatên ku ne hevalbendên Turkiyê ne, piştevaniya xwe ji pirojeye Turkiyê re derbarê wê herêmê re tînin ziman.

Sêrgî lafrov Wezîrê Derva yê Rûsiyê duh roja Înê 27ê Îlûna 2019an, ragihand ku Turkiyê di daxwazê xwe de derbarê Herêma Aram xwedî maf e, ji ber ku rastî pirsgirêgan ji aliyê terorîstan, li gor ew dibêje ve ji herêmên hejmûna Emerîka ve tên . Lafrov herwiha di dema beşdariya xwe di Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî li bajarê Niyoyorkê ameje pê kir ku, Rûsiya tu carî bê liv ranaweste û bê deng namîne, ji ber ku yekrêziya serweriya Sûriyê ji kar û taybetmendiya wê ye, di vê babetê de bi Emerîka re berdewam di danûstandinê de ne .

Sêrgî lafrov wezîrê Derva yê Rûsiyê bal kişand ser ku, Emerîka pawankariyê bi PYDê dike ango ji xwe re istîxlal dike, û gavên berçav di damezrandina Otonomiyekê avêtine .

Ş.E

296