Welîd El Mûelim : Ma kê gotiye PYDê di komîta destûrî de beşdar e ?

Welîd El Mûelim : Ma kê gotiye PYDê di komîta destûrî de beşdar e ?

Sep 26 2019

ARK NEWS .. Piştî demeke dûr û dirêj, komîta destûrî ya Sûriyê hate damezrandin û piraniya aliyên peywendîdar di kirîza Sûriyê de û welatên cihanî pêşwazî li damezrandina komîta destûrî kir.

Ji 150 nûnerî bi tenê nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, û nûnerê ENKSê di Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê de tê de beşdar in, tu hebûna nûnerên PYDê û civakên sivîl wekû Kurd, tê de tune ne.

Piştî ku ew komît hate ragihandin PYDê ew yek red kir û got ku, ew danpêdanê bi derencamên wê nake. Ji aliyê xwe ve Welîd El Mûelim Wezîrê Derve yê rêjîma Sûriyê di bersivdana pirsa rojnamevan derbarê redkirina PYDê ji komîta Ddestûrî re got : Ma kê gotiye ku ew beşdar in .

Ji bilî wê yekê Mûelim pêşwazî li wê gave kir û serbar kir ku, Sûriya li ser vegerandina her bostekê ji xaka Sûriyê ya dagîrkiriî bi destpêkirina karê komîteyê vegerînin serweriya Sûriyê rijd in .

Li aliyekî din malpera Birokar Pirs lîsteyek belav kir tê de 50 navên ku ji aliyê Netewên Yekgirtî wek nûnerên civaka sivîl hatine destnîşankirin eşkere kir. Wekû diyar, navên Kurdan tê de tune ne, ji ber ku çar navên Kurdan bi yên ereban hatin guhertin. Lê ya balkêş ew e ku navê Himêdî Deham El Hadî serokê êla Cerba ku serkirdeyekî berz di rêveberiya PYDê de bû, û wek serokê Kantona Cizîrê cihê xwe digirt, di wan navan de ye, ne ji ber PYDê ve hatiye destnîşankirin lê belê ji ber rêjîmê û wek nûnerê civaka sivîl hatiye hilbijartin .

Ş.E

445