Erdoxan pêşniyara bicîkirina 3 melyon penaber li R. Kurdistanê dike

Erdoxan pêşniyara bicîkirina 3 melyon penaber li R. Kurdistanê dike

Sep 19 2019

ARK NEWS .. Duh roja Çarşemê 18ê Îlûna 2019an, Careke din Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdoxan, banga bicîkirina bi melyonan ji penaberên Sûriyê li Herêma Aram ya ku kar li Rojavayê Kurdistanê li ser tê kitin, kir .

Erdoxan di çaraoveya gotareke xwe bi helkefta sala xwendinê ya nû li gor rojnameya Hûriyet ragihand ku, li gor kûrahiya Herêma Aram ew dikarin 2 ta 3 Milyon penaberên Sûrî yên li Turkiyê û Ewrpoayê dimînin, li wê der bi cî bikin .

Daxuyaniyên serokê Turkiyê û berpirsên Hikûmetê ne cara yekê ne, her dem banga bicîkirina penaberên ereb li beşê din yê Rojavayê Kurdistanê ku êdî li Rojhilata Ferêt tê naskirin, tê .

Ji Tebaxa bûrî ve, kar li ser damezrandina Herêma Aram tê kirin, û qonaxa yekem dest pê kir . QSDê tonel û xendeqên xwe têk birin û paş ve vekişyan, herwiha gerên hevbeş navbera Turkiyê û Emerîka yekem car wekû bicîanîna bendên rêkeftina Herêma Aram derbasî nava xaka Rojavayê Kurdustanê bûn, û hêzên xwecihî li şûna QSDê de dê cihê xwe bigirin . Lê ew yek ne bi dilê Turkiyê ye, duh serokê Turkiyê gefên xwe nû kir û got eger di çaraveya du hefteyan de ango ta serê heyva Îlonê negihiştin ti encamekê ew dê pilanên piroseyan pêk bînin .

Şirovekarên siyasî li ser wê yekê li hev du kirine ku, Turkiyê wek dixwaze nikare bike, lewa operasyona leşkerî wek ya Efrînê nikare pê rabe, ji ber Emerîka li wê dere de ye, û berjewendiya Emerîka di gihiştina encameka aştiyane heye .

Ş.E

259