N.Y: 10 Melyon kes li Sûriyê di nav paşmayên şer de dijîn

N.Y: 10 Melyon kes li Sûriyê di nav paşmayên şer de dijîn

Sep 18 2019

ARK NEWS.. Netewên Yekgirtî dibêje ku bi melyonan kes li Sûriyê li navçeyên ku mayîn lê dimînin, dijîn.

Stîvan Dogrîk berdevkê fermî yê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî duh sêşemê di kungireyekî rojnamevanî de li Niyoyorkê raghand ku di heyama her sê rojên bûrî de 15 svîl li Sûriyê ji encama paşmayên şer li navçeyên cuda hatine kuştin.,û serbar kir ku bihtirî 10 melyon kes li tevaya Sûriyê di navçene ku paşmayên şer lê hene dijîn.

Herweha navbûrî daxwaza Netewên Yekgirtî ji aliyên Nakok li Sûriyê nû kir û got ku divê ew rê bidin ta paşmayên şer li wan navçeyan werin rakirin.

327