Rêjîma Esed endamekî PDK-S azad kir
Sep 17 2019
ARK NEWS .. Rêjîma Esed endamekî Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, piştî çend hefteyan ji revandinê duh roja Duşemê 16ê Îlûna 2019an, serbest berda .
Welatiyê bi navê Ebdulsemed Hacî , ku xelkê bajarokê Girkê Legê yê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye , beriya çend hefteyan seredana bajarê Hesekê kirbû , di dema seredana bajarê Hesekê, ji aliyê rêjîma Esed ve hate girtin û revandin .
Li gorî jêderên taybet duh Ebdulsemed Hacî ji zindana rêjîma Esed serbest hate berdan, û bi selametî gihişt mala xwe .
304