Esed lêborîneke giştî ragihand, lê ta çi astê rast e ?

Esed lêborîneke giştî ragihand, lê ta çi astê rast e ?

Sep 16 2019

ARK NEWS .. Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed lêborînek giştî bi navê lêborîna tawankarên beriya 14 Îlûna 2019an, ragihand. Lêborîna ku Esed raghandiye ji gelek xalan pêk tê .

Esed di biryara xwe de dibêje her kesê xwe radestî rêjîmê di heyama 3 mehan de bike, û daxwazkiriyê rêjîmê ye rastî wê lêborînê tê.

Li Sûriyê bi sed hezaran welatî ji aliyê rêjîmê ve daxwazkirîne, û bihtirî 5 melyonan ji xelkên Sûriyê koçber bûne û tevî raghandina rêjîma Esed bangên vegera penaberan, lê ji ber nebûna baweriyê û girtin û sizakirina gelek kesên ku vegeriyane û xwe radestî rêjîmê kirine, welatiyên Sûriyê pişta xwe diidin wan biryar û lêborînên Esed, weke necihê baweriyê dibînin.

334