Efrîn .. Jineke Kurd bi 2 zarokên xwe, ji sal û 4 mehan ve revandî ye

Efrîn .. Jineke Kurd bi 2 zarokên xwe, ji sal û 4 mehan ve revandî ye

Sep 16 2019

ARK NEWS .. Tevî derbasbûna nêzîkî sal û nîvekê li ser revandina wê û du zarokên xwe, ji aliyê girûpên çekdar li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, lê hîn jî çarenivîsa wê tarî ye û ne eşkere ye

Jina Kurd ya bi navê Stirvan Esed Ebdo û herdu zarokên wê Hesen û Ercan, ku ew jin ji gundê Kefir Sefrê yê ser bi navçaye Cindirêsê ve ye, li ser rêbendekê hate revandin, tevî hewlên berdewam ji diyarkirna çarenivisa wê re, lê tu derencam nehatine der .

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe de da zanîn ku : Di 20î Gulana 2018an, li ser rêbendeke girûpeke çekdar ser bi Lîweya 213, ku bi serpireştiya Ebû Leys e, û bi hemahengî bi Ebû Elebid El bûşî re, ku ew jî çekdarekî Eniya El nusra ye û niha wek wergêr li cem Turkiyê kar dike, jina Kurd bi herdu zarokan ve revandin .

Rêxistinê da zanîn ku dema lêgerîn û lêpisînê ji aliyê malbata wê ve diyar bû ku, Stirvan û herdu zarokên xwe, di zîndanên Hemzat de ne, ji ber ku Ebû Elebid Elbûşî ku bi xwe serpiştiyarê zîndanê ye, çenda caran peywendî bi malbatê re kiribû, bê ku cihê xwe eşkere bike . Herwiha hevjînê wê jî bo du rojan li cem heman çekdaran mabû, serbarî ku bavê Strivanê di çarçoveya du heyvan di zîndanên Emşat de li navçeya Şiyê rastî lêdan û eşkeceya tund, hatibû, û hestiyên laşê wî hatibûn şikandin .

Ji aliyê xwe ve jêderek agahdar ji kampên Şehbayê nexwest navê wî were eşkerekirin da zanîn ku, kesekî 500 dolarê Emerîkî ji malbatê xwestibû da ku çarenivîsa jina Kurd diyar bike, lê ji ber ku malbatê ew pere nedan, û gefa pêşkêşkirina gilî ji aliyên peywendîdar re dabû, rewş wiha zehmet û asteng bû .

Heman jêdera ku ji kampên derbiderên Efrînê tekez kir ku ji bilî wê yekê, birayê Stirvan yê bi navê Eyûb jî revandî ye, di 18 Adara 2018 li ser rêbendeke Cebha Şamiyê li Cindirêsê hatibû revandin. Piştre radestî Turkiyê hate kirin ji, aliyê xwe ve jî Turkiyê serbest berda, lê vê carê çekdarên Sultan Murad ew revand, li gor heman jêderê ku, tevî yên pileyên bilind ji leşkeran hatin berdan, lê ew ciwanê navbûrî ku bi tenê sê heyvan di Cebhe Elkirad de mabû nehate berdan, û hîn rewşa ku tê re derbas dibe ne xuya ye .

Tawana di derheqê jina Kurd Stirvan û herdu zarokên wê, ku ev e nêzîkî sal û nîvekê revandî ye yek ji tawan û serpêhatiyên kerasetî yên rojane li Herêma Çiyayê Kurmên çê dibin, wekû wê bi sedan jin û keç dûr ji rewşt, reftar û pirensîpan li ser rêbendan têne revandin. Bi tenê çare di asoyan de li ba dibe, û vegera rewşa aram û hêminî û seqemgîrî bi tenê wek hêvî û omîdên li ba şêniyên herêmê dimîne .

Ş.E

469