Erdoxan dîsa gefa bicîanîna pilanên taybet dide

Erdoxan dîsa gefa bicîanîna pilanên taybet dide

Sep 09 2019

.ARK NEWS .. Roja Yekşemê 8ê Îlona 2019an de, yekem gerên hevbeş derbasî Herîma Aram bûn. Ew ger di heyama du demijmêran man, piştre vegeriyan cihên xwe . Tevî birêvebirina yekem dewriyên hevbeş li ser xaka Rojavayê Kurdistanê ku wek bicîkirina bendên rêkeftina qonaxa yekem ji rêkeftina Herêma Aram bû, lê ew yek ne bi dilê serokê Turkiyê bû. Di heman rojê gefa bicîanîna pilanên xwe yên taybet da, eger Herêma Aram li ser sînorê Turkiyê bi Rojavayê Kurdistanê re neyê damezrandin.

Receb Tayib Erdoxan di gotarekê de li merasîmên vekirin û destpêkirina hijmarek ji pirojeyên geşepêdanê li Melatiya got ku nakokiyên mezin navbera Turkiyê û Emerîka de li ser vê mijarê hene, û gengeşe bi Emerîka re derbarê Herêma Aram berdewam in, lê di her gevek tê avêtin ne li gor tiştê sere wî de ye .

Navbûrî serbar kir ku diyar e hevpeymanên wan - mebest Emerîka - kar ji bo damezrandina Herêma Aram li gor berjewendiya terorîstan dike, ne li gor berjewendiya Turkiyê, û ew wê yekê red dikin, mebesta Turkiyê li gor axaftina Erdoxan jinavbirin û tunekirina rêxistina terora ku di herêmê de cihê xwe girtiye, û Waşinton dixwaze di yek pîvanê de danûstandinê bi Turkiyê û wan re bike

Serokê Turkiyê herwiha tekez kir ku eger em bi serbazên Turkiyê re dest bi Herêma Aram beriya dawiya heyva Îlonê nekin, ji bilî bicîkirina pilanên taybet li pêş wan tune ne, ji ber bicîkirin ne bi firandina 3-5 firokeyan e, yan jî 5-10 dewriyên hevbeş, yan belavkirina bi sedan serbaz di wê herêmê de ye .Divê ew herêm hemû bibe aram da ku bi şêweyekî aktîv melyonek kes tê de were niştecîkirin.

Ew dewrî ji hijmarek zirêpoşên Turkî û Emerîkî pêk dihat, li gundê El Heşîşê û Nis Til yên Rojhilatê Girê Spî bi rê ve çûn .

Ew yek piştî daxiyaniyên Wezîrê Berevaniya Turkiyê Xilûsî Akar beriya demekê hat, dabû zanîn ku di 8ê Îlonê de dê dest bi dewriyên hevbeş bikin .

Birêvebirina dewriyên hevbeş bû cihê nerihetî û dilgiraniya rêjîma Sûriyê, di daxiuaniyekê ji Wezareta Derve ya rêjîmê şermezar kir û got ku ew gav binpêkirinek ji yasayên navdewletî û dujmantiyeke berçav e .

Ji aliyê xwe ve Endamê Encûmena Serokatiya MSDê Azad Berazî ji malpera Bas News re eşker kiribû ku, derbasbûna Hêzên Turkiyê bi wateya mana wan hêzan nayê şirovekirin, û dê vegerin ser xaka Turkiyê.

Ev tevlîhevî di roj û mehên bê de hemû tiştek li ser zevî dê were xuyakirin û zelalkirin, wek nehêniyên rêkeftina navbera Turkiyê û Emerîka de namînin .

Ş.E

451