Rêjîma Sûriyê derbarê birêvebirina dewriyên hevbeş hate deng
Sep 08 2019
ARK NEWS .. Birêvebirina dewriyên hevbeş yên Turkiyê û Emerîkayê ku îro danê sibehê 8 Îlona 2019 derbasî derdora Girê sipî yê Rojavayê Kurdistanê bûn, bû cihê nerihetî û dilgiraniya rêjîma Sûriyê.
Di daxuyaniyekê ji Wezareta Derve ya rêjîmê derket, tê de dewriyên hevbeş şermezar kir û got ku ew gav binpêkirinek ji yasayên navdewletî û dujmantiyeke berçav e .
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniya Turkiyê Xilûsî Akar beriya demekê dabû zanîn ku di 8ê Îlonê de dê dest bi dewriyên hevbeş bikin, û ew yek hate bicîkirin .
Ş.E
426