Efrîn .. 9 kes ji malbatekê di çemê Reş de binav bûn

Efrîn .. 9 kes ji malbatekê di çemê Reş de binav bûn

Jul 26 2018

ARK NEWS .. Malbateke Ereb dema dixwestin ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê derkevin û berê xwe bidin Turkiyê di çemê navbera Efrîn û Turkiyê de binav bûn.

Li gor agahiyên ARKê ku malbateke Ereb ji Neh kesan pêk dihat dema ku dixwestin bi qaçaxî û bi riyeke ne rewa ji Efrînê berê xwe bidin Turkiyê li çemê Reş şeva Çarşemê 24\7\2018an de binav bûn û di encamde her Neh jiyana xwe ji dest dan .

Ew malbata ereb di dema dawiyê de ango piştî şerê Efrînê derbiderî Efrînê bûbûn û dema dixwestin jî derkevin û ji ber ku bi demografiya Efrînê nizanîbûn û bi taybet çemê Reş yê li navçeya Raco û kûrbûna wî çemî bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dan . Û ta niha ne hatiye naskirin ku ew malbat ji kîjan bajarî û malbatê ne.

Heman bûyer di roja Yekşemê 6\3\2018an çêbû û 13 kes ji xelkê Efrînê dema hewil didan ji Turkiyê penaberî Ewropayê bibin belema wan binav bû û 13 kes jiyana xwe ji dest dan û bi tenê çend kes rizgar bûn ku ew malbat jî ji ber şer û pevçûnan ji Efrînê reviya bûn.

Ji ber rewşa ewlehiya Efrînê û tunebûna kar û binpêkirên ku ji aliyê girûpên çekdar yên di derheqê welatiyên Efrînê de têne encamdan himarek ji malbatên Kurd yên resen û Ereb ên derbider helwil didin ji Efrînê derkevin û berê xwe bidin welatên din .


528