ENKSê daxuyaniyek şermezariyê derbarê teqînên Siwêda belav kir

ENKSê daxuyaniyek şermezariyê derbarê teqînên Siwêda belav kir

Jul 26 2018

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî daxwuyaniyek şermezariyê derbarê teqînên terorî yên li bajarê Siwêda yê Başûrê Sûriyê hejandine belav kir .

Di daxuyaniya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî hetiye ku bajarê Siwêda rastî hijmarek teqînên terorî hat û komkujî çêbûn û ew teqîn wek teqînên ku li bajarê Kobanê di 25\8\2015an hejandine bi nav kir .

Ku di encam de bi sedan şehîd û birîndar bûn û bi wê yekê hewlên berdewam ji bo têkbirina aramî û aştî û pêkve jiyanê ye da ku pirojeyên xwe bibin serî û afrandina rewşa ne aramiyê ji bo berdewam bin di şer û cengên xwe de da ku herêm di rewşa şer de bimîne bê ku tu çareserî jêre were dîtin.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di daxuyaniya xwe tawanên ku li Siwêda hatine encamdan şermezar dike û piştgiriya xwe ji bo xelkê Siwêda dide xuyakirin da ku rûbiribûyê girûpên terorî yên hemû hewlan didin da ku bimînin bibin .
Di heman demê de sersaxiyê ji kesûkarên şehîdan re dixwaze û hêviya çareseriya bi lez ji birîndaran re dike .

Di dawiya daxuyaniya xwe de Encumena Niştîmanî ya Kurdî bang li Civaka Navdewletî û hêzên aştîxwaz û azadîxwazan kir ku bi rolekê rabin da ku çareyekê ji kareseta Sûriyan re bibînin û biryarên navdewletî yên berpirs cîbicîbikin .

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê 25\7\2018.



619