Qamişlo...YJKS xuleke ragihandinê bi rêkxistin kiriye
Aug 29 2019
ARK NEWS .. Li bajarê Qamişlo Yekîtiya jinên Kurdistan - Sûriya xuleke raghandinê ji hejmareke jinên kurd re bi rêkxistin kir.
Xula ragihandinê ku Yekîtiya jinên Kurdistan - Sûriya bi rêkxistin kiriye ji aliyê medyakarê kurd Ekrem Mela ve tê pêşkêşkirin tê de çawaniya nivîsandin û sazkirina nûçe û raportên medyayî tê dayîn.
Ew xule ji roja duşemê ve 26ê Tebaxa 2019an dest pê kiriye û dê pênc rojan berdewam bike
438
