Teqînek li bajarokê Şedadê çêbû
Jul 25 2018
Di encama teqînekê de li bajarokê Şedadê yê ser bi parêzgeha Hesekê ve kuştî û birîndar ketin.
Li gorî zaniyariyên ARKê ku teqîn bi riya bombeyeke çandî rûda û di encam de welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da û şeş kesên din birîndar bûn .
beriya çend rojan jî teqînek li taxa Neşwa li bajarê Hesekê rûdabû bê ku tu ziyanên canî hebin .
ji destpêka sala 2016an ve çekdarên Sûriya Demokratîk yên bi ser PYDê ve wî bajarokî kontrol dikin û piraniya dezgehên rêjîma Esed jî hîn li wî bajarokî karê xwe bi rêve dibe.
820
