Encûmena Ewlehî civîna xwe derbarê Sûriyê paşxist

Encûmena Ewlehî civîna xwe derbarê Sûriyê paşxist

Aug 19 2019

ARK NEWS .. Encûmena Ewlehiya Navdewletî biryar da civîna xwe ya heyvane derbarê Sûriyê roja Şemiyê 17. 08. 2019, li dar nexîne ew jî ji ber têkçûna rewşa tendiristî ya şandiyê Navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê Gêr Pîdirson .

Ew biryara ku biryar bû roja Duşemê 19.08. 2019, were lidarxistin li gor jêderekî ji Netewên Yekgirtî nayê lidarxistin .

Heman jêderî serbar kir, ku civînek li ser asteke bilind derbarê rewşa Rojhilata Navîn bi beşdariya wezîrê derve yê Emerîka Mayk Pombiyo 20 vê heyvê wê were lidarxistin.

Ofîsa Şandiyê Navnetewî ji bo Sûriyê ji aliyê xwe ve got ku Pêdirson raserî pirsgirêkege tendirustî hatiye nikarî çalakî û karê xwe berdewam bike ta çareseriya pizîşkî wergire .

289