Efrîn .. Agirek bihêz bi çiyayê Hawarê ket

Efrîn .. Agirek bihêz bi çiyayê Hawarê ket

Jul 24 2018

ARK NEWS.. Agirek ji aliyê kesin nenas ve li zincîra çiyayê Hawar ya Efrîmê hate vêxistin û ziyanek mezin giheşt darên çiya û darên nêzîkî çiyayên gundên navçeya Raco .

Li gor zanyariyên bi destê ARKê ketine ku roja Duşemê 23\7\2018 agirek bi çiyayê Hawarê û bi taybet li gundê Çiya yê navçeya Raco ket û ji gurbûna agir ew agir giheşt cihên din û ji ber ku riyên wê deverê asê, bilind û zehmet in tîmên berpirs nikarîbûn xwe bighînin wan deveran da ku agir vemrînin .

Li navçeya şiyê jî çiyayê navbera gundê Erendê û Tirmîşo di heman roja 23\7\2018an agir bi darên çiya ket ku ji aliyê tîmên berevaniya sivîlan û xelkê gund hate vemirandin.

Roja şemiyê 21\7\2018an daristana gundê Omera hate şewitandin û tevî tîmên agirvemirandinê yên encûmena xwecihî ya şera xwe gihandin cihê şewatê lê nikarîbûn wî agirî vemrînin ji ber ku agir beşek mezin li xwe girtibû .

Li gundê Mersawa agir bi zeviyek darên zeytûnan ket ku 1200 dar têde ne û beriya ku ew agir were vemirandin beşek ji darên zeytûnan rastî ziyanê hatibûn.

Li gor welatiyên Efrînê ku girûpên çekdar bi karê şewtandina dar û zevî û daristan û çiyayên Efrînê radibin û jêderên taybet ragihandine û tekez kirine û mebest jê gelek in wek veguhestina wan cihan bo seyrangeh û xweringehan bi taybet gundê Meydankê û Gemrokê herwiha sûd ji dar û êzingan di werzê zividtanê de bibînin.

Û ya herî girîng ku bi şewtandina çiya û daristanan radibin da ku endamên PYDê yên berpirsan li çiyayê Efrînê de li şûn xwe hiştine û berev Helebê reviyane xelasbin,

Û herdem banga welatiyên Efrînê ewe ku sînorek ji wan re were dayîn û jîngeh û daristanên Efrînê were parstin.

1011