Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bi helkefta cejna Qurbanê

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bi helkefta cejna Qurbanê

Aug 10 2019

Bi boneya hatina cejna pîroza Qurbanê, pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên Şehîdan û Enfalkiriyan û Pêşmergeyên qehreman, li haciyan û ziyaretkarên mala xwedê û tevahiya misilmanên li Herêma Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdarim cejn ji bo hemû aliyek cihê xêr û xweşiyê bê.

Gelê Kurdistanê ji hemû pêkhatên olî û netewiyiyan ve herdem cejn û bîranînên xwe kirine helkefteke ji bo dûpatkirina pêkvejiyanê, lêborînî, tebayî û nîşandana tabloya xweşika wê kultûr û bihaya bilinda Kurdistanê. Hêvîdarim ev cejin û cejn û helkeftên paşarojê jî bibin cihê kûrkirin û parastina wan kultûr û bihayên miroviyan û handerek bê ji bo zêdetir bihêzkirina yekrêzî û pêkve kar kirina bi navê paşarojeke baştir ya ji bo me hemûyan.

Daxwazê dikim li peyrewkirina rênimayiyên hatin û çûnê û parastina jiyan û selametiya hemwelatiyan û geştiyarên mîhvan û jîngeh û siruşta Kurdistanê de hemû hevkar bin. Hêviya cejnekî xweş û bîhnvedan û pişûyekî aram ji bo we hemûyan dixwazim.

Dûbare cejna Qurbanê li we hemûyan pîroz bê û hemû salek bi xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/08/2019

355