Efrîn .. Revandin, sepandina pereyan, û desteserkirina malan bûne binpêkirinên rojane

Efrîn .. Revandin, sepandina pereyan, û desteserkirina malan bûne binpêkirinên rojane

Aug 06 2019

ARK NEWS .. Girtin, revandin û xwestina pereyan li hember serbestberdanê, û desteserkirna malan ji aliyê girûpên çekdar ve, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bûne diyarde, êdî rojek bi bê tomarkirina binpêkirina derbas nabe .

Rêxistna Mafê Mirovan li Efrînê 6 tebaxa 2019 da zanîn ku girûpên çekdar yên ser bi çekdarên Rical El herb li gundê Xilalka yê ser bi navçeya Bilbilê, destê xwe danîn ser mala welatî Luqman Birîmo da ku malê ji xwe re bikin baregeheke leşkerî, ew jî naçar bû di mala birayê xwe de bi cî bibe .

Derbarê piroseya revandinê rêxistinê eşkere kir ku çekdarên Feyleq El Şam li gundê Çeqmaqa yê Raco, ciwanan ji gund direvînin, û li hember serbestberdanê pereyan dixwazin . Di 4 Tebaxê 2019an heman çekdaran girtin ser mala Tekoşîn Nezîr û ew revand, li hember serbestberdana wî 700 hezarên L.S xwestin .

Li navçeya Bilbilê jî li gundê Hesendêra di heman rojê de girûpeke çekdar nenas, girtin ser mala welatiyekî Kurd û 2 milyon L.S jê dizîn, bê ku ew welatî bikaribe giliyê xwe ji çekdarên ku gund kontirol kirine re, pêşkêş bike .

Li gundê Sariya yê Mabeta çekdarine nenas ciwanê bi navê Rohat Mihemed Nesan, ku bi xwe xwendekarekî zanîngehê beşê yasayî ye, li pêş çavên hemûyan revand, li ser rêbenda gund re derbas bûn. Herwiha her yek ji Selah Elî û Basil Elî û Delîl Hesen bi tometa leşkeriya neçarî ji PYDê re kirine revandin .

Li aliyekî din derbarê neguhdan û xemsariya tendirustî rêxistina mirovî ronî xiste ser rewşa erebên ku li herêma hatine bicîkirin û got li kampa Turindê derdora 270 kon lê heye û 1000 kes tê de dijîn ji wan 200 zarok in . Di wê kampê de ji bilî ku kon bi şewyekî tevlihev hatine dayîn nexweşî wek leşmaniya û nexwşiyên giran belav bûne . Sedem jî ew in ku ava divê jêrzevî be li ser zevî re diherike herwiha golên avê kom bûne dibe sedema nexwşiyan . Ji bilî wê yekê diyardeya diziyê li cem zarokên kampê hatiye der û tu guhdan bi xwendina wan nayê kirin hewiha konên wan jî bi tenê betanî pê ve hatin daliqandin, ne ji sermayê diparêzin, ne jî di germayê de sûdê dibînin .

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di dawiyê raporta xwe bang li rêxistinên cîhanî kir ku bi hawara Efrînê ve werin û bi xelkê resen û erebên destesekirina malên Kurdan red kirine, guhdanê bi wan bikin û piştevaniyê ji wan re pêşkêş bikin .

Ş.E

345