Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Nû yê Êzdiyan kir

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Nû yê Êzdiyan kir

Jul 28 2019

ARK NEWS .. Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir, ku weke Mîrê Nû yê Êzdiyan hatiye hilbijartin.

Di peyamê de tê gotin: “Bi helkefta destnîşankirina we weke Mîrê Êzdiyan, bi germî pîrozbahiyê li we û hemû Êzdiyan dikim, di erk û berpirsyariya nû de hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Hûn di demekê de vî erk û berpirsyariya mezin hildigrin, ku hêj hejmareke mezin ji xûşk û birayên me yên Êzdî di kampên awareyiyê de dijîn û nikarin vegerin ser cih û warên xwe. Erk û berpirsyariya we giran e û em hemû pêkve hewceyê hevkariya hevdu ne, daku em biakrin hinek ji bare giran ê Êzdiyan sivik bikin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “We piştrast dikim, ku weke herdem em dê hemû hewla xwe bidin, daku bi her awayekê ku bikarin, piştevan bin û alîkariya xûşk û birayên xwe yên Êzdî bikin. Eger tenê Êzdiyek jî li her derekê revandî mabe, çi tişta ku pêwîst be em dê ji bo vegerandina wan bikin, herwisa em dê hemû hewla xwe bidin bo avedankirin û vegerandina jiyanê bo deverên Êzdiyan, daku bikarin bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe.”

Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî daye xuyakirin: “Careke din jî em we yên rêzdar û hemû xûşk û birayên Êzdî û pêkhateyên olî û netewî piştrast dikin, ku Herêma Kurdistanê dê her weke warê pêkvajiyanê, pirrengî, aştî û hevduqebûlkirinê ji hemûyan re bimîne. Careke din mîrîtiya we pîroz be û her serkeftî bin.”

306