HRW: PYD 20 endamên ENKS girtine
Jul 27 2019
Rêxistina Navdewletî ya Mafên Mirovan HRW ragihand ku Rêveberya PYD û Asayişa wê 20 endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê girtine.
Di raporta xwe ya sala 2018an de HRW got ku ji meha Çileyê ve Rêveberya PYD 20 endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê girtine û hin ji wan bi neçarî hatine windakirin.
Tevî hewlên nêzîkbûnekê navbera Encûmen û PYD de bi rêya Destpêşxeriya Frenisî lê ta niha PYD tu girtî serbset bernedane, Encûmen jî daxwaza serbrestberdana girtiyan û vekirina ofîsan weke pêngavine destpêkî ji bo xweşkirina atmosfêrên diyalogê dike.
355