N.Y: 400 hezar Sivîl ji encama êrîşên rêjîma Esed û Rûsiyê derbeder bûne

N.Y: 400 hezar Sivîl ji encama êrîşên rêjîma Esed û Rûsiyê derbeder bûne

Jul 27 2019

ARK NEWS..Netewên Yekgirtî dibêje ku di mawê sê mehan de û di Encama êrîşên Rêjîma Esed û Rûsiyê de, bi sedan hezar Sivîl derbeder bûne.

Dêvêd swanson ji ofîsa Hevrêzkariya karubarên mirovî ya bi ser Netewên Yekgirtî ve da xuyakrn, ku bihtirî çarsed hezar sivîl ji meha Nîsanê ve di encama berfirehkirina êrîşên Rêjîma Esed û Rûsiyê li ser Gundewarê Idilb û Hemayê derbeder bûn.

Herweha di daxuyaniya ofîsa Hevrêzkariya alîkariyên Mirovî de hatiye, ku piraniya derbederan ji gundewarê Başûrê Idlibê û bakûrê Hemayê bi ser navçene ku Bombebarankirin nagihê wan, û navçene Hevsînor bi Turkiya re ku kampê derbederan li wirin, di revin.

Daxuyaniyê amaje kirbû ku hejmara derbederan li wan kampa berfereh bûye ew jî dibe sedem ku gelek ji wan li derve bimînin, û got ku nêzîkî sed dibstanî li bajarê Idlibê derbederan li xwe digrin , û bajarok û gund in bi timamî ji nişteciyên xwe vala bune .

Ji aliyê xwe ve jî Seroka komisyona bilnd a mafê mirovan a bi ser Netewên Yekgirtî ve Mîşal Başilyê , bêdengî û piştguhkirina navdewletî derbarê pirbûna kuştiyên sivîl ji encama êrîşên li ser gundewarê Hema û Idlibê red kr .

Tora Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe ya salane de gotibû ku şesed û heftê hezar kes di sala duhezar û hijdehan de ji ber Rêjîma Esed û Rûsiyê derbeder bûne ,di nav wan de sed û sih hezar kes ji encama rêkeftin û girêbestên li dijî yasaya mrovî.

N.H
.

381