
Xwendekareke Kurd dibe yekem li ser asta Sûriyê
Jul 22 2019
ARK NEWS .. Xwendekareke Kurd xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li ser asta Sûriyê, di pole nehem de bû yekem, û ji 310, 310 bi dest xwe ve xist .
Jêdereke taybet ji ARKê re ragihand ku xwendekara Kurd Rewşen Mihemed Emîn Elo, di pola nehem de li ser asta Sûriyê bû yekem. Ji 310, 310 kom kir, bi wê yekê bû yekem .
Beriya niha şaşîtiyek di hijmartina nimreya wê de hebû, lê ji ber ku baweriya xwe bi ezmûnên xwe hebû banga dûbara komkirina nimreyên xwe kir, pişt dûbara komkirina nimreyên wê 310 di dest xwe ve xist, û bû yekem li ser asta Sûriyê.
Ş.E
510