Serkirdeyekî Kurd : Vegera Pêşmergeyên Roj, gerantiya cîbicîkirina rêkeftinan e

Serkirdeyekî Kurd : Vegera Pêşmergeyên Roj, gerantiya cîbicîkirina rêkeftinan e

Jul 22 2019

ARK NEWS .. Endamekî Komîta Nevnedî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, di daxuyaniyekê de ragihand : PYDê ji despêşxeriya Firansî ya yekrêzîkirina navmala Kurdî direve, û hevdîtinên berdewam navbera çekdarên PYDê û rêjîma Sûriyê de hene, ji bo bûbare vegerandin û radestkirina herêmê bo rêjîmê, bi aweyekî fermî û dawî, têne pêkanîn .

Şahîn Ehmed Endamê Komîta Nevnedî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya di daxuyaniyekê de ji bo malpera Basnews got : PYDê bi rijdî û berpirsiyaretî danûstandinê bi despêşxeriya Firansî re nake, û wek curekê ji pilaneke demkî, bi mebesta derbaskirina qonaxa niha ji dorpêçkirinê, herwiha pirek ji bo gihandina xwe (PYDê) ji danûstandnên navdewletî yên girêdayî bi pêşeroja Sûriyê, bi kar tîne, û dixwaze ji destpêşxeriyê bireve û pûç bike .

Derbarê danûstandinên navbera rêjîm û PYDê de, Ehmed ameje pê kir ku hîn jî hevdîtin navbera heru aliyan de li ser dûbare radestkirina herêmên Kurdî ji bo rêjîmê, bi şêweyekî fermî berdewam e .

Navbûrî herwiha bal kişand ser ku di asoyan de pirojeyek navdewletî ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyê, ji bo Rojhilatê Firatê li Rojavayî Kurdistanê heye. Ew jî di rêya veguhestinê bo herêmeke ewleh e, ji ber ku ew herêm ji hejmûna Emerîkiyan e , lê nakokî navbera hêzên xwecihî û navnetewî li ser herêma ewleh gelek in .

Serkirdeyê PDK-Sê ronî xiste ser ku bingeha seqamgîriyê di wê herêmê de, li ser serkeftina destpêşxeriya Firansî disekine, ku curek ji lihevhatinê navbera herdu aliyên Kurdî ango PYDê û ENKSê, li ser rêkeftineke giştî di ware rêveberî siyasî lêşkerî û ewlehî de, were avakirin.

Şahîn Ehmed endamê Komîta Nevnedî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya tekez kir ku gerantiya ji bo cîbicîkirina rêkeftinê, û pabendbûna pê, vegera hêzên Pêşmergeyên Leşkerê roj e, herwiha hebûna parastina navdewletî, bi serpireştiya Emerîka be . Piştre hevkariyek rasteqîne ji hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd û ereb, û siryan û turkmana were avakirin .

Li aliyekî din Ehmed serbar kir ku Rojhilatê Feratê baca şerê PKKê bi Turkiyê re dide, ji ber ku ew herêm rastî bihevguhertinên siyasî û bazirganî hatiye, û liv û tevgera leşkerî ya Turkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê baca wê nakokiyê ye, û em dê bacê bidin . Lê hewil ji gelek aliyên xwecihî wek ENKSê, û yên cîhanî wek Yekîtiya Ewropî û Firanseyê, ji bo dûrxistina herêmê ji gerên nû ji şer û pevçûnan heye .

Di dawiya axaftina xwe de Şahîn Ehmed Endamê Komîta Nevnedî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya anî ziman ku helwêsta Emerîkî derbarê Rojhilatê Feratê hîn jî ne zelal e, û herdem berûvajî di daxuyaniyên berpirsên Emerîkî de, hene .

Ş.E

568