Ebdulkerîm Muhemed: Fêftî Fêftî bûye ji dema borî, Her rêkeftinek navbera ENKS û PYD dê bi serpereştiya NY be

Ebdulkerîm Muhemed: Fêftî Fêftî bûye ji dema borî, Her rêkeftinek navbera ENKS û PYD dê bi serpereştiya NY be

Jul 18 2019

Endamê Polîtbîroya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriye, Ebdulkerîm Muhemed got ku doza nîvbinîvê ango Fêftî Fêftî bûye ji dema borî, û her rêkeftinek navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD de wê bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî be.

Di lêdwaneke taybet de ji bo mabpera AL-MONITOR derbarê hewlên nêzîkirina ENKS û PYD û Destpêşxeriya Fransî û mîkanîzma avakirina rêveberiyeke nû li navçeyê, Muhemed got ”Em ê berê xwe bidin rêveberiyeke nû, vê carê dê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî û Wizareta Derve ya Emerîkayê be, herweha Ofîsên NY wê roleke giring û sereke tê de bilîzin, ew heman ofîs û deste ne yên ku serpereştiya Danûstandinên Cinêv, û Komîteya Destûrî û Desteya Danûstankar dikin, ji bo wê yekê her rêkeftinek navbera herdu aliyên kurdî, dê bi serpereştiya wan ofîsên navborî be.”

Muhemed serbar kir ”Doza nîvbinîvê ango Fêftî Fêftî bûye ji dema borî, rêveberiya nê wê ne nîvbinîvê navbera herdu aliyên kurdî be, lê hemû pêkhate û aliyên din dê beşdar bin...bi nerîna min Emerîka dê rêjeya beşdariya hemûyan di rêveberiyê de destnîşan bike.”

313