Rêjîma Esed komkujiyek li gundewarê Idlibê encam da

Rêjîma Esed komkujiyek li gundewarê Idlibê encam da

Jul 18 2019

ARK NEWS .. Di encama berdewamiya piroseya leşkerî ya rêjîma Esed li ser deverên bakurê Sûriyê bi taybetî herdu gundewarên Idilb û Hemayê hejmarek kes bûne qurbanî .

Çalakvanên di nava gundewarê Idilbê ragihandin, ku roja Çarşemê 17. 07. 2019, balafrên şerker yên rêjîma Esed gundê M'r Şorîn li rojhilatê gundewarê Idilbê bi tundî armanc kir, û di encamê de 9 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û hejmarek dinjî birîndar bûn, ku ji aliyê tîma berevaniya sivîla Sûrî ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin .

Heman çalakvanan dane xuyakirin, ku hejmarek bajar û bajarokên din li gundewarê Idilb û Hemayê bi taybetî her yek ji bajar û bajarokên Elletamine, Keferzîta, Letmîn û derdora Mork û Cisir Elşixûr hin deverên din ji aliyê balafirên şer yên rêjîm û Rûsiya ve hatin armanckirin di encamê de hejmarek qurbanî navbera kuştî û birîndar ketin serbarî rûdana ziyanên madî li he .

301