Girûpeke çekdar armanckirina Elî Keyalî li xwe girt
ARK NEWS .. Girûpeke çekdar armanckirina pêkînerê komkujiya Banyas Elî Keyalî, ku bi M'rac Oral tê naskirin li xwe girt .
Mihena Cefale fermandeyê çekdarên Ebû Emare di lêdwaneke taybet ji kenaleke opozisyona Sûriyê re 7/7/2019an ragihand, ku sê ji çekdarên wan karîbûn M'rac Oral di rêya teqîna bombeyek bombirêjkirî li ser rêya Silinfê yê derdora Lazqiyê armanc bikin .
Ji aliyê xwe ve çalakvanan armanckirina Elî Kayalî wek şano ji aliyê rêjîma Esed û Rûsiya ve binav kir, û gotin mebest jê da ku Rûsiya ji fişarên Turkiyê ji daxwazkirina Elî Keyalî xelas bibe, ji ber ku Turkiyê herdem daxwza radestkirina Elî Keyalî ji Rûsiya dike.
Ş.E
687