ENKSê daxuyaniyek belav kir

ENKSê daxuyaniyek belav kir

Jul 01 2019

ARK NEWS ..Duh 30î Hizêrana 2019an, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek derbarê civîna xwe ya dawiyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê belav kir, tê de hûrguliyên civînê û mijarên hatine gengeşekirin daye diyarkirin.

Li gor daxuyaniyê civîn bi xuleke bê deng li ser canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û Sûriyê û canê Barzaniyê nemir û endamê ENKSê Seîd Naso dest pê kir . Piştre li gor xişteya kar pêşhateyên dawiyê yên rewşa siyasî li herêmê û yên girêdayî bi rewşa Sûriyê hatin behskirin.

Herwiha êş û azarên miletê Sûriyê bi giştî di dema gurbûna şerên dawiyê û mijarên derbarê sizayên Emerîkî li ser Iranê, û pêwistiya dîtina çareyekê siyasî ji Sûriyê re li gor biryara 2254 hate amejekirin .
Li ser asata Kurdî tekezî li ser despêşxeriya ku hewla dabînkirina keşûbayekê ji diyalogê navbera ENKSê û PYDê de nexasim ya Firensî hate kirin, da ku rêveberiyek hevbeş hemû alî tê de bepejrînin were damezrandin .

Daxuyaniya ENKSê de hatiye ku di civînê de tekezî li serpireştiya aliyên navdewletî ji Herêma Ewleh re da ku ezmûna Efrînê dûbare nebe hat kirin . Hewiha di civînê de germkirin û gurkirina ragihandî ji aliyê PYDê li ser Herêma Kurdistanê û îxanetkirina serkirdeyên herêmê hat şermizarkirin, ku xizmetguzarî û alikariyên Kurdistanê ji xelkê Rojavayê Kurdistnê û Sûriyê re ji bîr kirin .

Li aliyekî din ENKSê tekezî li ser ektîvkirina rola ENKSê ya siyasî û dîblomasî bi hemû aliyan re kir da ku nerîna ENKSê di Sûriya pêşeroj de, di çarçoveya Sûriyeke Demoqratî û fedralî de zelal bibe .

Derbarê êş û azarên xelkê Efrînê û binpêkirin û kiryar û guhertina demoxrafiya wê, ENKSê bang li civaka navdewletî kir ku destêwerdanê bike û çekdaran derxîne, û herêmê radestî xelkê wê bike û aramiyê dabîn bike .

Li aliyekî din civîna ENKSê li ser mijara ektîvkirna nivîsgehê xwe li ser hemû astan kir, herwiha li ser pêwîstiya ektîvkirina rola encûmenên xwecihî li Efrînê kir .

Di dawiyê de başdarbûyên di civînê li ser lidarxistina Kongira Niştîmanî Kurdî ya çaran gotûbêj kir, û desteyek serokatiyê ji bo damezrandina wê kongirê re hate destnîşankirin da ku pêşniyarên xwe pêşkêşî Emîndariya Giştî ya ENKSê bike .

Ş.E



404