Teqînek li Qamişlo çêbû
ARK NEWS ..Duh 23ê Hizêrana 2019an, li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînek rûda, di encamê de ziyanê canî û madî hebûn .
Teqîna navenda Bajarê Qamişlo ya duh li Taxa Hilêliyê nêzîk Keraca Servîsên taxê ji ber teqîna matoreke mayînkirî bû. Ew teqîn bû sedema birîndarbûna 5 welatiyên sivîl, û tomarkirina ziyanên madî li wê taxa navbûrî .
Jêderên xwecihî bal kişandin ser ku : Welatiyên birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, û birînên wan sivik in û niha çareseriya xwe dibînin û rewşa wan aram e .
Heman jêderên xwecihî dane zanîn ku : Ji bilî birîndarbûna welatiyên sivîl ziyanek madî gihişt malên derdorê, herwiha dukanên bazirganiyê yên welatiyan rastî zirarê hatin .
Teqîna bajarê Qamişlo piştî demekê ji teqîna Munbicê hat, ku ew bajar jî di bin destê PYDê de ye. Ta niha tu aliyekî ew teqîn li xwe negirtiye, lê piraniya teqênan DAIŞ li xwe digire û dibêje şanên wan yên veşartî bi wan teqînan radibin .
Tevî ku jinavbirina DAIŞê hatiye ragihandin, lê her dem û demekê bûyerên wisa têne rûdan, li hember de PYDê û QSDê terorîstên DAIŞê serbest berdidin, bi bihaneya ku destên wan di tawan û xwîna sivîlan de nehatiye gevizandin, lê çavdêr û çalakvan wan bûyeran dixin stûyê heman kesên têne serbestberdan .
Ş.E
513