Efrîn .. 27 sivîl di bin eşkenceyê û bi hovane hatine terorkirin

Efrîn .. 27 sivîl di bin eşkenceyê û bi hovane hatine terorkirin

Jun 17 2019

ARK NEWS .. Ji dema derbasbûna Turkiyê û girûpên çekdar ji Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê re û di her dem û demekê de kurdên Herêmê rastî binpêkirinên cuda tên û dûr ji rewiştên mirovî û pirensîpên mavê mirovan têne terorkirin û dibin qurbanî .

Dezgeha Azadiya Rojavayê Kurdistanê ARKê bi hemehengî bi çalakvaên Efrînê re navên welatiyên Sivîl yên ji despêka şerê Efrînê ta heyva Hizêran 2019an bilge kiriye.

Hin ji wan qurbaniyan jin in û hijmarek ji wan di bin eşkenceyê de di zîndanên girûpên çekdar de jiyana xwe ji dest dane, hin jî di rewşên ne diyar de termên wan piştî revandinê hatine dîtin .

Li gor navên hatine belgekirin tawana herî despêkê di 12 Adara 2018an de bû welatiyê bi navê

Mehrem Xoce ji gundê Çeqela 12/3/2018 piştî hefteyekê ji revandinê girûpên çekdar nûçeya jiyanjidestana wî ji malbatê ra anîn ku li bajarê Kilsê yê Turkiyê jiyana xwe ji desta daye û li Şera ya Efrînê hatiye bixakspartin bê ku term radestî malbatê were kirin .

Henan Nesan 7/4/2018 di zîndana Seraya ya Efrînê rastî eşkenceyê hat û jiyana xwe ji dest

Neşat Silêman – Gundê Husê 8/4/2018 çekdarên Cebha EL Şamiyê gule berdan welatiyê kêmendam piştre jiyan xwe ji dest dan .

Dengbêjê gelerî Qadir Mihemed Kilislî û kurê wî Xalid – Gundê Beradê 29/4/2018 di bin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan .

Receb Şukrî Reşîd – Gundê Dêrwîş 14/5/2018 li ser destê Ehrar El Şerqiyê hate terorkirin .

Mistefa Ebdo Şahîn – Gobek 22/5/2018 hin çekdaran girtin ser mal û gule berdanê .

Welîd Elawî – Efrîn 7/6/2018 termê wî li ser rêya Basûtê û Xezewiyê hat dîtin .

Ehmed Şêxo – Şiyê 12/6/2018 Endamê PDK-Sê û Cigirê Encûmena Xwecihî ya Şiyê piştî rastî eşkenceyê de di zîndanên Emşat de hat jiyana xwe ji dest da .

Samî Qoç – Efrîn 19/8/2018 di dema girtina ser mala wî li navenda Efrînê gule berdanê .

Mihemed Naso – Gundê Hec Hesna 3/7/2018 li ser destê çekdarên Hemzat hat terorkirin .

Samî Hac Xelîl – Hac Hesna 15/7/2018 li ser destê Ehrar Şerqiyê hat terokirin .

Sultan Nasiro û hevjîne wê Hemdî Ebdo 7/8/2018 – gundê Beradê li ser destê çekdarên Hemzat hatin terorkirin .

Seîd Mihemed Tetera – Gundê Ereba 25/8/2018 li ser destê çekdarên Lîwa Fatih hatin terorkirin .

Mihemed Emîn Birîm – Gundê Kefir Sefrê 6/11/2018 li ser destê çekdarên HemzaT hat terokirin .

Ayşa Henan – Gundê Burc Ebdalo – 8/11/2018 li ser destê çekdarên Hemzat hate terorkirin .

Egîd Şêx Hesen – Gundê Avrazê 19/1/2019 termê wî hat dîtin .

Mihemed Eter – Humis 22/1/2019 ku bi xwe çekdarekî ereb e Di bin eşkenceyê li ser destê çekdarên Ehrah El Şam li Meydan Ekbes de jiyana xwe ji dest da .

Elî Qilinder – Gundê Qenterê 11/2/2019 ji aliyê çekdarê bi navê Ismaîl Hac Bekir ve hate gulebarankirin .

Xweşnav Fayîq Henan – Gundê Berbenê 6/3/2019 termê wî di mal de hat dîtin .

Mihemed Ibrahîm – Gundê Xilalka 19/5/2019 di 14/6/2018 rastî eşkenceyê di zîndanên çekdarên Ferhan Egîdî hat 19/5/2019 di jiyana xwe ji dest da .

Reşîd Hemîd Xelîl – Gundê Bêlê 22/5/2019 termê wî hat dîtin rastî eşkenceyê hatibû .

Silêman Tobal – Cindirêsê 28/5/2019 bû qurbaniya pêvçûnên çekdaran .

Ebdo Şêx Ehmed – Gundê Şêx 8/6/2019 .
Henan Henan Gundê Şêx 8/6/2019 . Termê herdu ciwanan li ser rêua Raco hatin dîtin .

Ebdo Ibrahîm – gundê Kaxrê li ser destê çekdarên Emşat hate terorkirin .

Ji bilî wan binpêkirina rojane tawan di derheqê kurdên ku li ser xaka xwe mane tên encamdan û tu hewleke rijd ji bo bidawîanîna wan kiryaran neyê kirin û tu gav nayên avêtin lê herdem hêvî û omîd hene ku cardin rewş aram bibe û çekdar werin der û kurdên resen vegerin ser mal warên xwe .

Ş.E

583