Aliyê kurên me birin şerê Herêmên Erebî, parastina çotkaran dikeve stûya wê de
Aliyê kurên me birin şerê Herêmên Erebî, parastina çotkaran dikeve stûya wê aliyê de .
Emîn Şêx Gulîn
Seyasetmedarekî kurd gotarek li ser rûpela xwe ya fermî li torên civakî li ser mijara şewat û şewitandina zeviyên kurdan li Rojavayê Kurdistanê belav kir, têde amaje pê kir ku piraniya şewitandinan veqetandî ,û bijartî ne .
Siyasetmedarê kurd Emîn Şêx Gulîn di gotara xwe de wiha dest pê kiriye :
Şewata bi hezaran donim ji zeviyên genim dane ber xwe dê cotkaran û malbatên wan arastey hejartiyeke tund yan bircîbûneke tekezkirî , û hin curan ji nexweşiyên ji derencamên kêmxwerinê bîne.
Mijara şewitandinê bûye girêkeke zehmet û ya sery û matmayî di mijarê ku piraniya şewitandinê bijartî ne .
Ew yek amajeyeke ku bi karê pêkînerekî kindar tê encamdan, û ew baş dizane ku derencamên tawanên xwe li ser cotkarên ku bi sebir û aramî li benda damsalê ne çi ne ?
Çotkar di roj û şevekê de demsala xwe bi agir li pêş çavên xwe di çirkeyan de dibîne .
Şêx Gulîn herwiha dibêje ku ya ji wê seyrtir xemsarî û negudanan gelek alî di rûbirûbûna şewitandina debara jiyana wan ya sereke ne .
Di destpêka aliyên xemsar de deshelatdariya dîfakto ya wek bi Rêveberiya Xweser ku tu kes dan pê nekiriye tê .
Ew aliyê sedî 15 -ku rêjeyek zor e- ji beheman li ser welatiyan disepîne parastina cotkar, malbat û berhemên wan dikeve stûyê wê aliyê de, ji ber ku kurên heman cotkar bûbûn sûtemeniya şerê wê aliyê di herêmên kurdî de, û tu deskevtinên berçav bi dest nexistin .
Siyasetmedarê kurd behsa xemsariya Emerîka û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir û got ku ew hêz ji şewate Cizîrê û Rojhilatê Feratê li ku derê ne ? Ku kurên me di şerê DAIŞê de bi kar anîn û li hember vemirandina şewata kesûkarên şer DAIŞê kirine bê deng û kar in .
Gelo Netewên Yekgirtî û Rêxistina Faw ku guhdanê dide xwerin û berhemên çandiniyê li ku derê ne ?
Welatên Herêmî û hevkarî û alîkariya wan di van rewşan de kanî ne ? Bûnimûne şewatek li Herêma Heyfa ya Israîlê çêbû, Misrê balafirên teybet ji bo vemrandinê şandin Israîlê .
Siyasetmedarê kurd Emîn Şêx Gulîn rexne li rola partiyên Kurdî û endamên wan di vemirandina şewata ku jiyana civakî û abûrî ji gelê- ku bi gotina nû ya Rojhilatê Fertê tê naskirin- kir
Di dawiyê de banga xwe gihand hemû aliyekî û got divê her yek ji me bi rola xwe rabe da ku demsala mayî were rizgarkirin, û jêderên debara cotkaran were parestin . Herî bijî Kurdistana Serifraz û azad .. Şermezarî û riswakirin ji pêkînerên şewatan re .
Ş.E .
Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide
833