NY: Li Idlibê xwarin jî wek çekê şer tê bikaranîn

NY: Li Idlibê xwarin jî wek çekê şer tê bikaranîn

Jun 06 2019

ARK NEWS .. Netewên Yekgirtî dibêje di şerê Idilbê de zeviyên welatiyan têne şewtandin û xwarin wek çekên şer tê bikaranîn .

Hîrfiye Fîrhosîl berdevkê pirograma xwarinê ya bi ser Netewên Yekgirtî ve ragihand, ku di encama operasyona leşkerî ya rêjîma Esed li ser deverên li bakurê Sûriyê bi sedan qurbanî ketine serbarî şewtandina zeviyên welatiyan, ku bi hezaran donim di encama wan êrîşên tûnd de şewtîne .

Herwiha Fîrhosîl eşkere kir, ku niha li bajarê Idilbê xwarin jî wek çekên şer tê bikaranîn , û got ku her aliyek şer aliyekî din bi şewitandina wan zeviyan tometbar dike , ku di encama wê yekê de bêhtirî 300 hezar sivîl ji deverê reviyane .

554