Piştî Reqayê, li Ezazê jî teqînek çêbû

Piştî Reqayê, li Ezazê jî teqînek çêbû

Jun 03 2019

ARK NEWS .. Di zincîra berdewambûna nearamiya ewlehî duh 2ê Hizêrana 2019an li bajarê Ezazê yê derdora Helebê teqînek rûda û derdora 20 kesan navbera kuştî û birîndaran de ketin .

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan da zanîn ku duh dema nivêja terewîhan li bazara hesinkaran nêzîk mizgefta Meytem li navenda Bajarê Ezazê otombêlek mayînkiriî teqiya di encamê de 17 sivîl jiyana xwe ji dest dan di nav wan de 4 zarok hebûn .

Ji ber tomarkirina hijmarek mezin ji birîndaran û ji ber têkçûna rewşa hin birîndaran eger heye hijmara qurbaniyan bilind bibe .

Ji aliyê xwe malpera El Erebiyê li ser zarê pizîşkekî şerî di nexwexaneya Ezazê de eşkere kiriye ku teqîn piştî dema fitarê bi 2 demijmêran di navendeke tijî welatî çêbû ku di wê demê de xelkê berê xwe didan bazarê da ku kinc û pêdiviyên cejna remezanê bikirin .

Li aliyekî din dîdevanekî da zanîn ku ziyanên madî mezin gihiştin milkên welatiyan 6 dukan bi temamî şewitîn û derdora 20ê din rastî ziyanê hatin û camên wan ji ber dengê teqînê şikestin .

Her di berdewambûna rûdana teqînan li bajarê Reqayê jî duh teqînek çêbû di encamê de bi dehan kes navbera kuştî û birîndaran de ketin.

Bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bê par nema de dema paşîvê de dengê du teqînan hate bihîstin û piştre gule hatin berdan û ziyan rûnedan .

Ş.E

470