Lubnanê 34 koçberên Sûrî girtin
Jun 02 2019
Hêzên ewlekariya Lubnanê 34 koçberên Sûrî li navçeya Elbîqa' girtin.
Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Lubnanê ragihand ku roja Sêşemê 28ê Golanê wan 34 welatiyên Sûriyê, ji wan 16 zarok in, bi tometa derbasbûna bi qaçax bo Lubnanê girtin.
Li Lubnanê derdora yek meliyon penaberên Sûriyê heye, û bi wê yekê Lubnan di pileya duyem di warê wergirtina penaberan de ye, piştî Turkiyê.
651