Serokê Hevpeyimaniya Niştimanî Daxwaza Mîkanîzmên Nû ji Netewên Yekgirtî Dike ji bo Rawestandina Bobilata li Idlibê

Jun 01 2019

Serokê Hevpeyimaniya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistefa, piştrast kir ku bûyerên kuştin û wêrankirinê yên li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê diqewmin, ji encama xemsariya civaka navnetewî û polîtîk û helwêstên wê yên sist û lawaz dibin.

Mistefa di axaftineke tomarkirî de li ser rewşa Idlib û Hemayê got ku divê civaka navnetewî biryarên pratîk bistîne ji bo rawestandina bi yekcarî ji kiryarên kuştin, wêrankirin û koçberiya bi darê zorê re, û bal kişand ku " biryarên navnetewî tenê têrê nakin, ji ber pêwîstiya biryaran bi pabendbûn û cîbicîkirinê heye, û biryar ji xwe ve cîbicî nabin!".

Wî axaftina xwe arasteyî Netewên Yekbûyî û dewletên kartêker kir û got: "Divê hûn berpirsiyariya ji bo cîbicîkirina biryaran û bicîhanîna yasa navnetewî û darazindina tawanbaran li xwe bigirin ... lê dudilî û jimartina qezenc û ziyznan , ne ew e riya rûbirûbûna tawanbaran ".

Wî daxwaza mekanîzmayên alternatîv kir ji bo rawestandina bobilata berdewam li Sûriyê, û daxwaza rakirina astengiyan kir ji bo rê li ber rejîmê bigire, û hemû fişeran têxin li ser Rûsya ji bo rawestandina êrîşan û piştgiriya xwe ji Esed re.

Mistefa diyar kir ku berpirsiyariya di ber tawanên li dijî sivîlan de "zelal e, û tawankar xuya ne", û diyar kir ku ew hêzên rejîma Esed û çekdarên Îranê û Rûsya ne, û bal kişand ku hemû hewldanên navnetewî ji aliyê Rûsyayê têne têkşikandin û wê karê Konseya Ewlekariyê beravêtî kiriye, û tekez kir ku ew berdewam e di binpêkirina zagonê û rêznegirtina karûbarên komîsyonan û redkirina encamên lêkolînên têne pêkanîn ji aliyê lêkolînerên navnetewî.

Herwiha tekez kir ku Moskow bûye hevparê rasterast di pêkanîna tawanan de her ji destpêka destêwerdana Sûriyê de, ku bajar û bajarok bi mebest bombebaran kirin, hevdem ligel lawazkirina pêvejoya çareseriya siyasî û piştgirtina yekalîkirina leşkerî û kuştin û koçberkirina bi darê zorê.

Serokê Hevbendiyê diyar kir ku welatiyên sivîl li deverên kêmkirina bûyerên zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, rastî hemû tiştên qedexe û neheq û dijî yasa navnetewî dibin, weke bombeyên balafirên Rûsî, bermîlên teqîner û bombeyên fosfora spî, zêdebarî çekên kîmyayî û bombebarana topan li ser bajar û bajarokan.

Û diyar kir ku xalên bijîşkî û nexweşxane, armancên sereke yên bombebaran û kuştina rejîmê ne, û got ku ji ber vê yekê ew bûne ji cihên herî metirsîdar.

Li dawiyê tekezî li ser piştgiriya Hevpeyimaniya Niştimanî ji bizavên Artêşa Azad ya Sûriyê û artêşa Tirkiyê re kir, yên bi hevkariya xwe êrîşên mezin li dijî terorê serxistin, û bal kişand ku Tirkiyê hêjî bi xurtî kar dike ji bo rawestandina kuştinê û piştgiriya çareseriya siyasî û rizgarkirina jiyana welatiyên sivîl û nehlana koçberbûna wan ji malên wan.

Wî gazî li "tevaya dewletên ereb yên bişeref û cîhanê hemî kir da ligel rastiyê rawestin, ligel qurbaniyên êrîşên xirab û neheqî li dijî gelê me, û bibin alîkar bi hemî wateyên piştevaniyê û awayên berdest".

817