Efrîn .. Agir bi Çiyayê Lîlon ket

Efrîn .. Agir bi Çiyayê Lîlon ket

May 27 2019

ARK NEWS .. Jêderên xwecihî duh 26 Gulana 2019an ragihandin ku her yek ji zeviyên gundê Beradê û Burc El Qas yên Şêrawa ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatin şewitandin û bi alavên despêkî hatin vemirandin .

Ji aliyê xwe ve jêdereke agahdar ji ARKê re da zanîn ku gundên Çiyayê Lîlonê bi bayê xwe yê bihêz navdar e ku ew ba hişt ku agir hijmarek mezin li xwe bigire .

Heman jêderên xwecihî eşkere kirin ku girûpên çekdar bi karê vêxistina agir rabûne .

Di her dem û demekê de daristanên û zeviyên Efrînê rastî şewatê hatine li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di sala 2018an 40 cih hatine şewitandin û 300 hiktar zevî û 5000 dar şewitîne .

Ş.E

532