Welatiyekî Efrînê bi işkenceyê jiyana xwe ji dest da
ARKNEWS: Li Efrînê hin çekdarên Opozîsyona Sûriyê welatiyekî Kurd ku tenduristiya wî ya derûnî ne baş bû di bin eşkenceyê de kuştin.
Li gorî agahiyên ARKNEWS , çekdarên ser bi Tirkiyê ve welatiyê bi navê Hisên Şêxo , ku temen 52 salîye ,ȗ nexweş e , ji gundê Mosaka yê ser bi navçeya Raco ve ,revandin , û pêr termê wî li geliyê Tîra hat dîtin û şûna eşkenceyan li ser laşê wî hatiye dîtin .
Ji aliyekî din ve , Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ,di daxuyaniyekê de, da zanîn,ku grûpên çekdar yên wek Lîwaya Sultan Murad, Firqeya El-Hemzat û Ehrar El-Şerqiye ,kiryarên dizî, talan ȗ revandinê bi awayekî berfereh dikin, ta gihiştiye ku çend welatiyên Efrînê di eşkenceya wan de bêne kuştin.
Herweha, roja pênşemê, li gundê Basûte yê ser bi navçeya Şêrewa ve jî ,berberê gund Şadî Betal Xidir ji aliyê grûpa El-Hemzat ve hate revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
serbarî wê yekê ,bi 10an kiryarên talan kirin , kuşt in, revand in ȗ îşkenceyê piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrîê berdewam dikin .
918
