Li Der,ayê rêjêma Esed derbasî hin deveran bû

Li Der,ayê rêjêma Esed derbasî hin deveran bû

Jul 13 2018


ARKNEWS: Li Başûrê Sûriyê, û di çarçoveya rêkefitnekê di navbera Rûsyê û hin grûpên çekdar de, yên ser bi opozîsyona sûriyê ve , çekdarên rêjêmê û bi piştevaniya Rûsya derbasî hin deveran dibe.
Hin jêderên Sûrî yên nêzîkî rêjêmê belavkirin, ku çekdarên rêjêma Esed derbasî devera Der,a El-Beled bûye ,û bi amadebûna hejmarek berpirsên pileblinid yên Partiya El-Be's ,aleya rêjêma Sûriyê li ser avahiya pêwendiyan ya li qada giştî hate hildan .
Heman jêderan serbar kir, ku li gorî wê rêkeftinê ,wê deverên Der,a El-Beled ȗ rêya Bendavê ,El-Muxeyem ,Sicne , El-Minşiye ȗ Xerez ȗ El-Sewamih jî li xwe bigire .
Beramberî wê yekê jî, ev yek bi vedyo hate tekezkirin ,ku di kurte vedyoyekê de tê xuyanî, ku mizgefta El-Umerî ya li der,a El-Beled jî, ji aliyê rêjêmê ve hatiye kontrolkirin ،herweha hin jêderên ser bi Opozîsyonê ve ,ev nûçe piştrast kirin
E.U .

812