Ruha .. ENKSê civînek bi Desteya Danûstandkara Sûriyê re li dar xist

Ruha .. ENKSê civînek bi Desteya Danûstandkara Sûriyê re li dar xist

May 09 2019

ARK NEWS .. Şandek ji Encûmena Xwecihî ya Kobanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li bajarê Ruha yê Bakurê Kurdistanê civînek bi Desteya Danûstandkara Sûriyê û Hevpeymaniya Niştîmanî ya Oposizyona Sûriyê re pêk anî û mijar û babetên kurdî û Sûrî gengeşe kirin .

Di civînê de Şanda ENKSê bi serokê Desteya Danûstandkara Sûriyê Nesir Herîrî rewşa danûstandina siyasî û rêgirî û astengên li pêş wê û damezrandina komîta destûrî û pêşhateyên dawiyê gotûbêj kirin .

Derbarê Rojavayê Kurdistanê di civînê de mijara avakirna Herêmeke ewleh ji aliyê Emerîka û hevalbendên wê ve û hin pêşhateyên dawiyê li herêmê hatin behskirin .

Ji aliyê xwe ve şanda ENKSê ronî xiste ser binpêkirinên ku welatiyên kurd li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê girûpên çekdar ve rastî tên herweha ameja bi hilmeta revandina ku sivîlên vedigerin li dergeha Cereblus ji aliyê heman çekdaran ve tên hate diyarkirin .

Li aliyekî din Serokê Desteya Denûstandkaran Nesir Herîrî bal kişand ser rola ENKSê di piroseya denûstandinê û rola wê di şoreşa Sûriyê de .

Şanda ENKSê ji her yek ji Serokê Encûmena Xwecihî ya Kobanê Elî Ibrahîm û endamên peywendiyên derve Henan Ebas, Elî Temê û nûnerê Encûmenê di Itîlafê de Kanîwar Resûl û serkirdeyê Kurd Ferhad Şahîn û hin kesayetiyên siyasî kurdî pêk dihat .

Beriya wê civînê heman şanda ENKSê bi şandek pilebilind ji nûnerên Balyozxaneya Siwîdî li Enqera li navenda Encûmenê li bajarê Ruha yê Bakurê Kurdistanê hatibû lidarxistin û mijarên dawiyê li ser asta pêşhateyên dawiyê hatibûn guftugokirin .

Ş.E

733