624 miliyon Mitir Sêcare ava bendavên Cizîrê zêde bûye

624 miliyon Mitir Sêcare ava bendavên Cizîrê zêde bûye

May 01 2019

Îsal ava bendavên navçeya Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê 624 meliyon Mitir Sêcare bi berawridî bi sala borî zêde bûye, ew jî ji ber rêjeya bilind ya barîna baranê.

Li gorî Rêveberya Jêderên avê ya Rêjîmê li Hesekê ku niha li tevahiya bendavên navçeya Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê 728 meliyon Mitir Sêcare av heye ku di sala borî de di heman demê salê de tenê 104 meliyon Mitir Sêcare av li wan bendavan hebû.

Li navçeya Cizîrê deh bendav hene, Pênc ji wan bendavan li navçeya Dêrikê ne û îsal ji ber rêjeya bilind ya barîna baranê ew bendav bi timamî hatin tijekirin.

312