Çekdarê bi navê

Çekdarê bi navê "Ebû Emşe" ji kar hat bidûrxistin

Feb 17 2022

ARK NEWS... Ji ber binpêkirin, tawan û destdirêjiyên ku li navçeya Şiyê ya Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, encam dane, komîta vegerandina mafan û rawestandina binpêkirinan, biryarek di dermafê fermandarê bi navê Mihemed Casim Ebû Emşe de stand.

Li gorî ku duh biryar hatiye belavkirin, tê de komîta vegerandina mafan, fermadarê çekdarên bi nave Sultan Silêman Şah, Ebû Emşe ji fermandariyê bi dûr xist, ji ber ku giliyên ku li dijî wî hatine pêşkêşkirin, hatine çespandin û rast in.

Ji bilî navbûrî 5 serkirde û fermandarên di heman grûpa çekdar de ji karê xwe hatin bidûrxistin.

Piştî ku biryar derket, ku bi tenê jikardûrxistin e, bê ku ji bo dadgeheke dadperwer were veguhestin û sizedan, çalakvanan banga cîbicîkirina dadperweriyê û dadgehkirina her serkirde û fermandarekî ku tawan di dermafê gelê kurd li herêma Efrînê de encam dane kir.

Navenda navçeya Şiyê û gundên bi ser ve, ji 2018ab ve di bin destê çekdarên Emşat de ye, ji wê demê her curek tawan û binpêkirin di dermafê kurdên li ser axa xwe mane de encam dane, ya herî berçav doseya şehîdkirin Ehmed Şêxo endamê PDK-Sê û cîgirê serokê encûmena xwecihiya navçeya Şiyê ye, ku di 7 hizêranê 2018an de bi hejmarek ji welatiyên kurd re hat revandin, di 12ê heman mehê de ji ber ku rastî lêdan û îşkenceya tund di zîndanên Emşat de hat jiyan xwe ji dest da û şehîd bû.

Ji wê demê vê malbata Şêxo doz vekirine, ku di vê dawiyê de jî kar li ser hat kirin, lê ta niha jî encamên wê ji dadgehê ne diyar in, ji bilî Şêxo hin doseyên destdirêjî di stûyê Ebû Emşe da hatine tomarkirin, nexasim doseya jina ereb Îsra Xelî û hin jinên din.
Ji bilî van herdu tawanan, bi sedan ji mal û mulkên welatiyên kurd û zevî û berhemên wan herweha guvajgeh û kargeh ji aliyê heman çekdaran ve hatine desteserkirin, di çarçoveya 4 salan bi dehan proje li ser hisabê malên kurdan ava kirine û sûdê jê werdigirt.

Babeta sepandina bacan û revandina welatiyan wek li her cihekî li Efrînê li deverên hejmûna Ebû Emşe jî nehatiye rawestandin, bi sedan welatî hatine revandin û li hember pereyan hatine berdan. Li gorî jêderên ji oposizyona Sûriyê ku hisabê wî êdî 45 melyon dolar derbas kiriye.

Ne bi tenê çekdarên navbûrî tawan emcan dane, li her navçe û gundekî Efrînê, binpêkirin têne encamdan ku êdî bûye deverên hejmûn û her komek çekdar destê xwe daniye ser hin gundan, kiryarên dizî û destersekirinê pêk tîne ta niha bê sizedan û dadgehkirin mane.

Ş.E




253