Nerazîbûn û xwenîşandan li navçeyên jêr kontrola HSD berfireh dibin
Nerazîbûn û xwenîşandan li navçeyên jêr kontirola çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk ku çekdarên PYDê beşê sereke ne jê berfireh dibin, li herdu bajarokên Elkesre û Mihêmîde û herdu gundên Elcinêne û Elhîsan yên Gundewarê Dêrazorê xwenîşandan hatin lidarxistin weke nerazîbûn ji ber xirabiya rewşa ewlekarî û bilindibûna nirxê kelûpelan.
Li gorî rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ku çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk bi guleyan ew xwenîşandan berbelav kirin, lê xwenîşanderan çekên wan çekdaran ji wan standin û ew ji gundên xwe derkirin û rêbend danîn.
li gundê Siwêdan jî yê gundewarê Dêrazorê nerazîbûneke mezin piştî kuştina zîndankiriyekî bi işkenceyê derket holê, herweha li nêzîkî bajarokê Elşihêl jî termek serjêkrî nenas hat dîtin.
Li bajarê Reqa û gundewarên wê jî berdewam terorkirin û xwenîşandan li dijî çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk tên encamdan, û gelek caran HSDê çûnûhatin bi şev li wan navçeyan ji ber rewşa ewlekariyê qedexekiriye.
Li navçene derveyê Rojavayê Kurdistanê mîna Reqa û Tebqa û Minbic û Dêrazorê PYDê bi hezaran ciwanên kurd tevlî şerên xwe li wan navçeyan kirine û dane şehîdkirin, li gorî hin amaran ku derdora 20 hezar ciwanên kurd li wan navçeyan hatine şehîdkirin .
643
